DAIŞ’ê li Uganda komkujî pêk anî: Herî kêm 41 kes hatin kuştin

Li Uganda van çeteyan komkujî pêk anîn.
Komeke çeteyên DAIŞ’ê êrişî dibistanekî li Ugandayê kir, piraniya wan zarok bêtirî 40 kes hatin kuştin.

Di êrişa çeteyan de Dibistana Navîn a Lhubiriha ya Mpondweyê a herêma Kasese hatibû armanckirin.

Di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de zarokên ku li xewgehên dibistanan diman jî hene.

Piraniya 60 xwendekarên ku li dibistanê dixwînin li cihê razana xwendekaran diman.

Hêzên Yekbûyî yên Demokratîk (ADF) yên girêdayî çeteyên DAIŞê, ku navenda wê li Komara Demokratîk a Kongoyê ye, ji êrîşa roja Înê hat sûcdarkirin.

Berdevkê Polîsê Neteweyî Fred Enanga ragihand ku di êrîşê de yek ji xewgehan şewitiye û depoyeke xwarinê jî hatiye talankirin.

Artêşa Ugandayê diyar kir ku hin xwendekarên xurt bi lêdan û şewatê hatine kuştin.

Di daxuyaniya artêşê de hat gotin, hin xwendekarên jin jî hatine revandin.

Di êrişên li Kampalayê de 3 kes mirin û bêtirî 30 jî birîndar bûn

Back to top button