Îtalya û Albanyayê li ser mijara koçberiyê peymanek îmze kirin.
Wê du navendên koçberiyê bên avakirin û bi hezaran koçberên qaçax lê bên bicihkirin.
Senatoya Fransayê jî qanûnên têkildarî koçberan dişidîne.
Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni li Romayê li gel Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama civîna çapemeniyê li darxist.
Meloni diyar kir navendên ku tê payîn di biharê de bên vekirin, wê her sal 36 hezar koçberan bihewînin.
Li gorî planê koçberên ku bi keştiyên Îtalyayê ji nava deryayê hatine rizgarkirin wê li van navendan bimînin.
Serokwezîra Îtalyayê anî ziman koçberên ku ew daxwazên wan ên penaberî û koçberiyê lêkolîn dike jî wê li van navendan bimînin.
Wî diyar kir ku ev plan ji bo jinên ducanî, zarok û kesên xwedî şert û mercên hesas nayên sepandin.
Îtalya ji bo avakirina wan kampan wê mesrefên heyî bigre ser xwe.
Albanya jî wê xebatkarên ewlehiyê û polîsan amade bike.
Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama destnîşan kir ku ji bo bi cîh anîna xwastekên Îtalyayê ew amdene her karî bikin û got:
“Ger Îtalya bang bike, Albanya wê di cih de bersivê bide.”
Fransa qanûnên têkildarî koçberan dişidîne
Senatoya Fransayê du xalên destpêkê yên pêşnûme qanûna koçberiyê qebûl kir.
Qanûna ji aliyê rastgiran ve hate pêşkêşkirin, kotaya koçberiyê destnîşan dike û şert û mercên yekbûna malbatî zehmet dike.
Xalên destpêkê li Senatoyê ku bi giranî rastgir lê ne, piştî nîqaşan hatin qebûlkirin.
Lê belê Meclîsa Neteweyî ya ku 11’ê Kanûnê wê vê metna hesas lêkolîn bike, dibe ku pêşnûme qanûnê red bike.
Wezîrê Karê Hundir Gerald Darmanin wiha got:
“Mîna hemû welatên din ên cîhanê, mafê Fransayê jî heye ku çi mirovê bixwaze li ser xaka xwe qebûl bike.”
Çepgir li dijî vê madeyê derdikevin.
Li gorî madeya ku ji aliyê senatoyê ve hatî qebûlkirin, encex dema mirov 24 mehan li ser xaka Fransayê ma, hingê dikare serlêdanê bike.
Di rewşa heyî de ev wext 18 meh hatiye diyarkirin.



