Koordînasyona Xebatên Zarokan a herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Minbicê ku di encamê de 4 zarok hatin kuştin şermezar kir û daxuyaniyek da.
Daxuyaniya li bajarê Qamişlo ji aliyê berdevka Komeleya Stêrk a Şopandina Mafên Zarokan Cûliya Xelo ve hat xwendin.
Cûliya got:
Kuştin, birîndarkirin, revandin û tundiya zayendî li dijî sivîlan bi giştî û zarokan bi taybetî ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve didomin.
Di Roja Aştiya Cîhanê de, dewleta Tirk li gundê El-Muhsenlî yê dikeve Bakurê Rojavayê Minbicê êrîşek pêk anîn û di encamê de 4 zarok hatin kuştin.
Em weke koordînasyona Zarokan a herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me, bi taybetî li dijî zarokan şermezar dikin.
Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên dikin, divê dawî li van êrîşan bînin.