Li Dêra Zorê rojnamevan Menal El Mizel bi hovîtî hat kuştin

Li Dêrazorê, ku tevgera şaneyên DAIŞ’ê lê zêde ye, cenazeyê rojnamevanekê ku bi awayekî hovane hatiye kuştin, hat dîtin.
Cenaze yê Rojnamevana Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel e.

Cenazeyê Rojnamevan Menal a 22 salî ji aliyê şêniyên herêmê ve hate dîtin.

Ew bi awayekî hovane hatiye kuştin.

Şêniyan cenazeyê wê di maleke kavilkirî de li nêzî kampa bajarokê Mihêmîd ê rojavayê Dêrazorê de dîtiye.

Menal ji gundê Cewala yê Dêrazorê ye ku di bin serweriya hikumeta Şamê de koçber bûye.

Menal Salih ji bo rûdanên li herêmê ji raya giştî re ragihîne rojnamevanî dikir.

Der barê vê êrişa hovane de Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn dan destpêkirin.

Back to top button