Dewleta Tirk li Minbicê 4 zarok şehîd xistin

Artêşa Tirk a dagirker û tevî çeteyên xwe ji şevê din ve êrişî gundên Minbicê dikin.
Di encama êrişa li ser gundê Mihsenlî de 4 zarok şehîd bûn.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî eşekre kir ku hêzên wan bersiva hemû êrîşan dan e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber didomîninî. Di van êrişên dagirkeran de her carê sivîl dibin hedef.

Dagirkeran doh êvarê, ji bejahî ve êrişî gundê rojhilat û Bakûrê bajarê Minbicê kirin.

Çeteyên dewleta Tirk yekser sivîl kirin armanc û di êrişa li ser gundê Mihsînlî de, ji heman malbatê 4 zarok şehîd bûn û welatiyek birîndar bû.

Navên şehîdan wiha ne:

  • Amir Xalid El Ferec (15)
  • Amir Fehed El Ferec (10)
  • Malik Fehed El Ferec (18)
  • Zeyneb Mihemed El Ferec (14)

Li gundê Ewn Dadat ê Minbicê jî Bozan Hisên (40) birîndar bû.

Birîndarekî behsa êrişa dijî gundên Minbicê kir

Welatiyê birîndar yê gundê Ewn Dadat Bozan Hisên ku li nexweşxaneya Minbicê tê derman kirin behsa êrişê kir.

Hisen got: “Vê sibehê min berê xwe da cihê karê xwe yê li gundê Ewn Dadat.

Dema li ser rê bûm gund ji aliyê bakur ve dihat topbarankirin. Min hewl da vegerim bajêr.

Di rêya vegerê de 3 top nêzî min ketin, lê tiştek bi min nehat, lê topa 4’emîn li kêleka min ket û ez bi parçeyên wê topê ji destê xwe yê rastê birîndar bûm.”

Li aliyê din, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, eşekre kir ku hêzên wan bersiva hemû êrişên li dijî deverên hatine dane.

Şervan Derwîş: Hêzên me bersiva hemû êrişan da

Lê hîna jî li gundên Muhsenlî, Ereb Hesen, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê hin pevçûn didomin.

Şervan Derwîş agahiyên têkildarî serweriya çeteyan li hin gundên Minbicê, derewand û got:

Hemû hêzên me li nuqteyên xwe ne û bersiva êrişên çeteyan didin.

Ne tenê gundên Minbicê, dewleta Tirk a dagirker gundê Safawiyê ya Rojhilatê Eyn Îsa û gundewarê Til Temirê jî topbaran kirin.

Balafirên keşfê û dronên dewleta Tirk a dagirker ji duh ve bênavber li Eyn Îsa digerin.

Ev êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan hemwextê operasyona QSD’ê pêk tên.

Back to top button