Li Efrînê..Çarenûsa sivîlên ku hatinî revandin, nediyar e

Çarenûsa zêdeyî hezar kesên ku li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin nediyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, eşkere kir ku ji wan kesên winda, ciwanê bi navê ‘Nûrî Ehmed’ ê 17 salî yê ji gundê Basûtê yê navçeya Şêrewa ye.

Rûxistinê da zanîn ku Nûrî ji eşîra ‘El-Imêrat’ e, ew bi tewanên ne rast ji 14’ê Gulana 2020’an ve hatiye revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Her wiha şêniyê bi navê Hemîd Mistefa Mistefa yê 45 salî ji gundê Mist Aşûra yê Mabatayê jî ji Hezîrana 2018’an ve ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve ber bi cihekî nediyar ve hatiye revandin.

Ji gundê Xelîlaka yê Bilbilê jî Istixbarata Tirkiyê, şêniyê bi navê Mihemed Hesko yê 40 salî ji dikana wî revandiye û heta niha jî agahî li ser tune ne.

Li Efrînê ji bo li ser her hêktarek erd, 100 lt distine

Li aliyekî din, dizî û talana mal û milkên şêniyan di bin navê qaşo bacan de li Efrînê didome.

Çavkaniyeke taybet ji nava bajêr ji me re ragihand ku bacê li ser cotkaran ferz dike li ser her hêktareke erd 100 LT ji wan distîne.

Back to top button