Bafil Talabanî ji bo kongreya 5. a YNK’ê peyamek weşand

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wê di 27’ê Îlonê de 5. Kongreya xwe ya li dar bixe.
Serokê YNK’Ê Bafil Celal Talebanî ji bo kongreyê peyamek belavkir.
Talebanî di peyama xwe de balkişand ser piştgiriya ji bo mafên Gelê Kurd û got:
“YNK siyaseta ku Serok Mam Celal a ji bo aştî û yekitiyê meşandiye wê bidomîne.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wê di 27’ê Îlonê de 5. Kongreya xwe ya li dar bixe.

Bi vê boneyê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî peyamek belavkir.

Talabanî di peyama xwe de balkişande li ser şopandina rêbaza Mam Celal Talebanî û piştgiriya ji bo mafên Gelê Kurd.

Bafil Talebanî got;

“YNK’ê di şoreşa çekdarî de zêdetir ji 26 hezar şehîd daye û ji bo axa Kurdistanê têkoşiyaye. Îro jî ji bo pêwîstiyên xelkê û têgihîştina rewşê, rêya herî baş a têkoşînê, xebata siyasî ye.

 Talabanî: YNK bi nêrîn û stratejiyeke bihêz xwe birêve dibe

Bi domdarî Talabanî diyar kir ew ê bi nêrîn û stratejiyeke bihêz siyaseta xwe li navenda federaliyê bimeşînin û dibêje:

Siyaseta ku Serok Mam Celal beriya me şopand, ew jî aştî, pêkve jiyan û şirîkatiya rasteqîne.

Talabani: Em ê li her derê piştgiriya gelê Kurd bikin

Her wiha Serokê YNK’ê Talabani qala niştiman perweriyê kir û ev tişt anî ziman:

Em bi hev re ber bi qonaxeke nû ya têkoşîna xwe ya rêxistinî ve dimeşin û ji bo xurtkirina yekîtiya xwe kongreya pêncemîn li dar dixin.

Ez bawerim bi piştgirî û dilsoziya we, emê bi ser bikevin û mizgîniya yekîtiyeke xurtir bidin gelê Kurd.

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî destnîşan kir ku YNKê tê wateya bihêzbûna Herêm û Iraqê û peyama xwe wiha bi dawî kir:

Ji ber vê yekê divê di bîra her rêhevaleki de be ku Yekîtî berpirsyartiyekî dîrokî, netewî û exlaqî ye.

Back to top button