UNHCR: Di sê salên dawî de 30 mîlyon koçberên din zêde bûne

Di nava 3 salên dawiyê û bi şerê li Ukrayna, Sûdan û Efxanistanê re, 30 mîlyon kesên din koçber bûne.

Pêla koçkirinê li nava cîhanê di astên rekor de pêk tê.

Sal bi sal ev jimar zêde dibe.

Li gorî rapora Buroya Komîseriya Bilind a Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ku di sala 2022’an de weşand, hejmara sala 2022’an ji hejmara sala 2020’î zêdetir bû.

Li cîhanê ji ber şewb, şer, ziwatî, erdhej, krîza aborî û kiryarên antî demokratîk; bi milyonan mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin.

Li gorî daneyên UNHCR’ê hejmara penaberan li cîhanê niha 110 milyon mirov e.

Ev hejmar di sala 2020’î de 80 milyon mirov bû.

Yanî di nava 2,5 salan de nêzî 30 milyon mirovên din koçber bûne.

UNHCR’ê diyar kir ku ji ber şerê li Sûdanê, hejmara koçberan heta meha Gulanê gihîşt 110 milyon mirovî.

Her wiha koçkirina ji neçarî ya di asta navneteweyî de sala 2023’an jî dewam dike.

Hêz û sedema esasî ya ku sala 2022’an kir ku mirov ji cih û warê xwe koç bikin, şerê li Ukraynayê bû.

Hejmara mirovên ji Ukraynayê koçber bûn dawiya sala 2021’ê, 27 hezar û 300 kes bû, lê heta dawiya sala 2022’an ev dane gihişt 5,7 milyon mirovî.

Li gorî rapora UNHCR’ê, ev statîstîk ji Şerê Cîhanê yê 2’emîn ve zêdebûna herî bi lez a koçkirinê ye.

Li aliyê din Efxanistan jî yek ji wan welatan e ku herî zêde koçkirin jê çêdibe.

koçkirin bi taybetî vê dema dawiyê piştî ku Talîbanê dest danî ser rêveberiyê, zêde bû.

Penaberiya herî zêde ya li cîhanê jî ya welatiyên Sûrî ye.

Nêzî 6,5 milyon Sûrî koçî derveyî welat bûne.

Piştre jî Ukrayna bi 5,7 milyon, Efxanistan jî bi 5,7 milyonî di rêzên destpêkê yên penaberiyê de ne.

Hewildanên Ewropa yên asteng kirinê, felaket zêde dike

Di sala 2022’an de hejmara penaberên ku ji Derya Spî xwe gihand Ewropayê derdora 330 hezar kes bû.

Piştî ku YE li ser du xalên nû yên koçkirinê li hev kir, di 14’ê Hezîrana 2023’an de felaketek nû li ser koçberan pêk hat.

Keştiyek ku 750 koçber tê de bûn û hewl dida ji Lîbyayê xwe bigihîne Îtalyayê, li peravên Yewnanistanê noqî binê avê bû.

Herî dawî jimara kesên jiyana xwe ji dest dayî derket 81’an.

Vê yekê nîşan da ku hewildanên YE yên astengkirinê, tenê felaketê zêde dikin.

Keştiya 64 koçberên Kurd dinav de bûn hate rizarkirin

Back to top button