Mela Hesen: Di sedsaliya peymana Lozanê de dixwazin dewleta Osmaniyan zindî bikin

Pisporê peywendiyên navnetewî Mela Hesen Germiyanî jî têkîldarî vê yekê got:
“Ji bo rewşa Lozanê were derbaskirin û Kurd mafên xwe bidest bixin, divê girîngiyê bidin xebata dîplomasî û demokrasiyê.”

Sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibe, di peymana Lozanê de Kurdistan bi ser dewletên Tirkiye, Iraq, Suriye û Îranê de hat parçekirin. Îsal sedsaliya peymanê temam dibe.

Derbarê sedsaliya peymanê de pisporê peywendiyên navnetewî Mela Hesen Germiyanî ku di heman demê de endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ye, ji rojnewsê re axivî.

Mela Hesen: Daxwazên dewleta Tirk gelek metirsîdar in

Mela Hesen da zanîn ku Peymana Lozanê yek ji wan peymanên herî xirab ên ku mafê civak û netewekê ji holê rakiriye û ev tişt anî ziman:

“Di asta yekem de Kurd ji vê peymanê zerarê dîtin, piştî sed salan jî, niha Erdogan dixwaze dibin sîwana Lozanê de carek din dewleta Osmaniyan zindî bike.

Dewleta Tirk vê daxwazê niha li hinek bajarên Rojavayê Kurdistanê bicihkiriye.

Dixwaze heman tiştî li Başûr jî pêkbîne, ji ber vê leşkerên Tirk di nava xaka başûrê Kurdistanê de ne.

Bi taybet jî li Herêma Behdînanê leşker hatine bicihkirin û çavê xwe daye Musilê.

Ji bo vê daxwazên wan gelek metirsîdarin.”

Germiyanî: Divê girîngî ji xebata dîplomasiyê re bê dayîn

Mela Hesen diyar kir ku li Kerkurkê niha carek din metirsiya tinekirina Kurdan ya li herêmê heye û wiha got:

“Bi taybet li Kerkûkê ku nêzî milyonek û 650 hezar donum zeviyên Kurdan dibin dagirkirinê de ne.

Tevî serokkomarê Iraqê Kurd e, lê heman siyaset û biryarên rejîma Baasê li ser herêmên maddeya 140 (herêmên bi nakok) bicih tîne.

Ji bo rewşa Lozanê were derbaskirin û Kurd mafên xwe bidest bixin, divê girîngiyê bidin xebata dîplomasî û demokrasiyê.

Bi dehan milyon Kurd hene, eger ev hêz were rêxistinkirin, dikare bi xebatê xwe dinyayê bihejîne.”

Back to top button