Germahiya 2023’an wê di asta rekorê de be

Em niha di meha zivistanê de ne, lê havîna li pêşiya me, wê pir dijwar derbas bibe.
2023’an navîna germahiya global wê di asta rekorê de be.

Ofîsa Meteorolojiyê ya Brîtanyayê (Met) pêşbînî dike ku di sala 2023’an de, germahiya navîn a gerdûnî wê di asta rekorê de be.

Hat diyarkirin ku germahiya hewayê wê li gor dema gel dest bi krîza avhewayê kir 1,2 pile zêdetir be.

Li gorî nûçeya The Guardianê, li cîhana ku ji sala 1850’î ve tên şopandin, sala 2016’an di qeydên heyî de wekî sala herî germ tê zanîn.

Tê payîn ku sala 2023’an di germahiya navîn a gerdûnî de rekorek bişkîne.

Ji beşa pêşbîniya demdirêj a Met ê Prof. Dr. Adam Scaife got,

“2023 wê li hember zêdebûna belavbûna gazên serayê yên cîhanî balkêş be.”

Xwezaparêz jî di her fersendê de xemsariya sermayedaran a ji bo qezenca zêde rexne dikin û dixwazin ji bo daxistina pileya germahiyê kar bikin.

Back to top button