“Dagirkeriya Tirk bi rêka guhertina demografîk dagirkeriya xwe mayînde dike”

Siyasetmedarê sûriyeyî Mustefa Qelecî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi guhertina guhertina demografîk dagirkeriya xwe li heremên dagirkirî mayîn de dike.
Mustefa Qelecî bang li hikûmeta şamê kir ku bi diyaloga sûr-sûrî ve dawî li dagirkeriya tirkiyê bînin.

Dewleta Tirk a dagirker planên xwe yên qirkirinê li heremên dagirkirî didomîne.

Siyasetmedarê Sûriyeyî û Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Pêşketinê ya Sûriyeyê Mustefa Qelecî têkildarî mijarê axivî û got:

“Mixabin, dewleta Tirk a dagirker hîn jî binpêkirinên xwe yên li dijî xaka Sûriyeyê didomîne.

Ev binpêkirin ji dagirkirina Skenderûnê heta parêzgeha Idlib û Efrînê didome.”

Mustefa Qelecî: Li hember sûcên Tirkiyê hêzên derve bêdengin

Qelecî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker roj bi roj dagirkeriya xwe di herêmê de bi rêya guhertina demografiyê mayînde dike û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Rejîma Tirk bi rêka saziyên aborî, xizmetguzarî, avahiyên nû li heremê çê dike, guhertina demografîk pêk tîne.

Li hemberê vê yekê hêzên navnetewî bêdeng in.

Ji wê zêdetir, hevkariyeke navneteweyî heye ku bi şirîka wê di NATO’yê de dest pê dike û bi rêya hevalbendên wê yên Astanayê bi dawî dibe.”

Mustefa Qelecî: Tirkiye ji deverê dagirkirî venakişe

Der barê gengaziya vekişîna dewleta Tirk a dagirker de jî Qelecî ev nirxandin kir:

“Tirkiye ji deverên dagirkirî venakişe ji ber ku vekişîna wê dê nehêle ew destwerdanê di aloziya Sûriyeyê de bike.

Divê gelê Sûriyeyê xwe nespêre civata navneteweyî.

Ji ber ku ew jî ji bo berjewendiyên xwe hevkariya rejîma Tirkiyeyê dike.

Divê em xwe bispêrin yekitiya sûriyeyî û bi xwe bawer bin da ku em xaka xwe rizgar bikin.”

Mustefa Qelecî di dawiya bang li hikûmeta Şamê kir ku bê şerd diyalogê bi rêveberiya Xweser re pêş bixe da ku berjewendiyên hemû siriyan biparêze.

Back to top button