Corona..Di 24 saetên dawî de 50 kesên din li Tirkiyeyê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de nêzî 1 hezar û 546 kes bi vîrûsa Coronayê ketine û 50 kes jî mirine. 

Li Tirkiyê bîlançeya vîrûsa Coronayê her ku diçe zêde dibe.

Li gorî daneyên dawî yên wezîrê Tenduristiyê  yê Tirkiyê Fahrettîn Koca parvekirine, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 50 kesên din ji ber nexweşiya vîrûsê mirine û 1 hezar û 546 kes din jî bi nexweşiyê ketine.

Tevî van daneyên dawî,li Tirkiyê jmara kesên bi vîrûsê ketine zêdeyî 137 hezarî bûye, ji wan 3 hezar û 739 kes jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button