Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 76 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 41 kes jî baş bûne û 3 kes jî mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Di daxuyaniyê de hate gotin di nava 24 saetên dawî de nêzî 2 hezar testên virûsê hatine çêkirin, di encamê de derket holê ku 76 bi vîrûsê ketine.
Her wiha 3 kes jî bi vîrûsê mirine û 41 jî baş bûne.
Heya niha li Iraqê 2 hezar û 679 kes bi virûsê ketine, 1 hezar û 702 kes baş bûne û 107 kes jî mirine.