Navbera hêzeke Kurdî û Supayên Pasdarên Îranê şer rû da

Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzeke Kurdî û Supayên Pasdarên Îranê de şer rû da.

Li gorî Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, piştî saetên nîvro li derdora bajarokê Dîwandere ya parêzgeha Sine di navbera hêzeke Kurdî û Supayên Pasdarên Îranê de pevçûn derket.

Piştî pevçûnê Supayên Pasdaran zozanên Çilçemî xistin dorpêçê û dever topbaran kir û rêya çûnuhatina gundên deverê girt.

Supayê Pasdaran bi daxuyaniyekê ev pevçûn piştrastkir, lê navê ti hêzeke Kurdî diyar nekir.

Di 5’ê Gulanê de jî li heman deverê pevçûnek di navbera hêzeke Kurdî û Supayên Pasdaran de rû dabû.

Li gorî agahiyan di pevçûnê de sê fermandeyên Supayên Pasdaran hatibûn kuştin.

Li ser van pevçûnan jî heya niha ti hêzeke Kurdî daxuyanî nedaye.

Back to top button