Serokomarê Tûnisê Seîd 57 dadger ji kar dûrxist

Tûnis dixwaze ji fikreya ixwana xelas bibe.

Ji bo vê yekê nêzî salekê ye Serokomarê welat Seîd di tevgerê de ye.

Herî dawî Seîd bi biryarnameyekê 57 dadger ji kar dûrxistin.

Biryarnameya Serokomariyê ya derbarê 57 dadgerên ku li Tûnisê ji erk hatin dûrxistin, di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Serok Qeyîs Seîd duh ragihand ku ew ê di demek nêzîk de biryarnameyek derbarê dadwerên li welat de ragihîne.

Seîd ev kes bi “astengkirina dadweriyê di warê lêkolînên li ser gendelî û terorê” tawanbar dike.

Biryarên awarte yên ku Saîd di 25’ê Tîrmeha 2021’ê de ragihandibûn, li welêt rê li ber “rewşeke awarte” vekir.

Seîdê ku xebatên meclîsê cemidand û parêzbendiya parlementeran rakir, di 22’ê Îlona 2021’an de bi biryarnameyên nû rayeyên xwe berfireh kir û desteya rêveberiyê bi temamî bi xwe ve girêda.

Beşeke mezin yê civakê Seîd weke rêya paqijkirina welat ya ji tevgerên Ixwanî binav dikin.

Serok Seîd 7’ê Sibatê di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr Necla Buden de betalkirina Lijneya Dadwerî ya Bilind ragihand.

Got, “Lijneya Dadwerî ya Bilind hat betalkirin, lê ez ê tu carî dest neavêjim darazê.”

Seîd anî ziman ku ev yek neçariyeke ku destwerdanê bike.

Li aliyê din Desteya Dadweriya Bilind a ku hatiye betalkirin, da zanîn ku li welat yekane desthilata dadwerî ya qanûnî ye û her dezgehên din ên dadwerî yên ku bên avakirin wê nebin xwediyê bingeheke qanûnî.

Di daxuyaniya Serokatiya Tûnisê ya di 12’ê Sibatê de hat dayîn de hat ragihandin ku biryarnameya derbarê betalkirina Lijneya Dadwerî ya Bilind û avakirina mecliseke nû de, bi îmzeya Serok Seîd hatiye îmzekirin.

Back to top button