Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava avahiyek Filistîniyan bi teqemeniyan hilweşand

Îsraîl ji kesên li dijî wan êriş pêk anîne întiqamê radike.

Artêşa Îsraîl mala Ziyan Hamarşe yê di dawiya meha Adarê de li dijî Îsraîliyan êriş pêk anîbû bi teqemeniyan hilweşand.

Dimenê vêyekê jî bi raya giştî re parve kir.

Li Şerîeya Rojava careke din alozî hebû.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, leşkeran bi şev avêtin ser gundê Yabadê yê li nêzî bajarê Cenîn ê li bakurê Şerîeya Rojava.

Di serdegirtinê de leşkerên Îsraîlê mala malbata Ziya Hamarşe yê ku meha Adarê li bajarê Benî Barak êrîşeke çekdarî pêk anîbû û piştre hatibû kuştin, bi teqemeniyan hilweşandin.

Hat diyarkirin ku bavê Hamarişe ji bo îfadeyê hat binçavkirin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat gotin,

“Di dema êrîşa çekdarî de şerekî çekdarî rû da û yên ku ji aliyê dijber ve bi guleyên artêşê hatine gulebarankirin jî hene.”

Artêşa Îsraîlê jî dîmenên mala Hamarişe yên ku bi teqemeniyan wêran dikin belav kir.

Di daxuyaniya duyemîn de jî artêşa Îsraîlê ragihand ku di serdegirtinên li gelek deverên Şerîeya Rojava de 9 kes hatine binçavkirin.

Di êrîşa çekdarî ya ku 29’ê Adarê li bajarê Benî Barak ê Tel Avîvê ku ji aliyê Filistîniyê binavê Ziya Hamarişe ve hat kirin de 5 kes mirin.

Îsraîl gelek caran malên malbatên Filistîniyên ku êrîşa kujer pêk anîne hilweşîne.

Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ev pêkanînê wekî “cezayê kolektîf” rexne dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê de hat ragihandin ku di serdegirtina artêşa Îsraîlê ya li ser gundê Yabadê ya li nêzî Cenînê de Filistînî Bîlal Kabehe (24) mir û 3 ji wan giran 6 Filistînî birîndar bûn.

Her wiha artêşa Îsraîlê bi şev êrîş birin ser Kampa Penaberan a Dehîşa ya li bajarê Beytlehmê li başûrê Şerîeya Rojava.

Di êrişê de Filistîniyek hate kuştin.

Back to top button