DYA hin pêkanînên li ser Kubayê rakir

Rêveberiya DYA ya bi serokatiya Joe Biden kêmek jî be, zextên li ser Kubayê radike.

Wezareta Ragihandinê ya DYA’yê eşkere kir ku pêkanînên li ser seferên balafiran ên Kubayê ji 1’ê Hezîranê ve hatine rakirin.

Di çarçoveya tedbîran de, Serokê DYA’yê Joe Biden ji bo nermkirina têkiliyên bi Kubayê re meha Gulanê eşkere kir, pêkanînên li ser rêyên hewayî hatin rakirin.

Li gorî biryara Wezareta Ragihandinê, şîrketên rêyên hewayî yên Amerîkî wê karibin seferan li balafirgehên Kubayê bikin.

Her wiha ji bo ger û geşta komî jî bi rengekî qanûnî destûr tê dayin.

Back to top button