51 jin ji Adarê heta Gulanê, li Tirkiyê hatine kuştin

Ji ber hişmendiya qirker a zilamê desthilatdar, roj derbas nabe ger ku jinek rastî tundiyê neyê. Li Tirkiyê, tenê di navbera 11’ê Adarê û 20’ê Gulanê de, 51 jin hatine kuştin.

Meclisên jinan a li Tirkiyê, ragihandin ku ji destpêka belavbûna vîrûsa Corona ango ji 11’ê Adarê û heta niha li Tirkiyê 51 jin hatine kuştine.

Meclisên jinan, bi dîmenekê, navê jinên ku hatine kuştin eşkere kir.

Jinan teqz kirine ku wê li dijî tundiya li dijî jinan têkoşînê bidomînin.

Li gorî Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestandin jî, di meha Gulanê 21 tewanên jinan, 18 bûyerên mirina jinan bi guman.

Di Nîsanê de jî 20 tewanên jinan û 20 bûyerên biguman yên mirinên jinan pêk hatine.

Li gorî daneyên platformê ji destpêka salê heya niha 119 tewanên jinan û 66 mirinên bi guman pêk hatine.

Back to top button