Pentegon derbarê sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî taybet bakur û rojhilatê Sûr raporek parvekir.
Di raporê de hate gotin ku dewleta Tirk hîn jî navenda derbaskirina çeteyên DAIŞ`ê ye.
Di raporeke Pentagonê de hate diyarkirin ku tevî xebatên Koalîsyona Navneteweyî û hêzên hevalbendên wê ji bo têkbirina DAIŞ`ê, lê Tirkiye hê jî navenda hêsankirina derbaskirina çeteyan e.
Pentegonê di rapora xwe de balkişand li ser sûcên dewleta Tirk û got:
“Dewleta tirk li herêmê girtinên bê ser û ber didomîne.
Malên sivîlan desteser dikin û dewsa wan kesên biyanî cih dikin.
Dewleta tirk avê ji ser bajarên ku 500 hezar sivîl lê dijî qut dike.
Piştgiriya çeteyan dike û derbasî Tirkiyê dike.”
Pentagonê di rapora xwe de cih da rewşa Efrînê û dazanîn ku li Efrînê revandina jinan, talankirin, xirakirina gorên Êzîdiyan didome.
Pentegonê diyar kir ku divê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê zextê li Tirkiyê bike û hesab ji berpirsan bixwaze.