Ebû Xewla: Em ê li hember tevlîhevî û êrîşan gelê xwe biparêzin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got, hin aliyên hundirîn û herêmî dixwazin li gundewarên rojhilatê Dêrazorê tevlîheviyê derxin, armanca wan ew e ku ciwanên eşîran, li dijî QSD`ê derkevin û tevliheviyê di navbera gelên herêmê de çêkin.

Beriya demekê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê hin kesayetên welatparêz û şêxên eşîran rastî êrîşa hatin û hatin kuştin.

Ji ber wê metirsî li gel şêniyan çêbû ku şaneyên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê, dewleta Tirk û rejîma Sûriyê tevliheviyan derbixin û kûr bikin.

Roja sêşemê bi dehan şêniyên herêmê bi xwepêşandanekê bang li hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê kir ku di zûtirîn demê de encamên kuştinan derxin û nehêlin ku şane belav bibin.

Derbarê vê yekê de, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla axivî û diyar kir ku rejîma Sûriyê bi rêya hin grûban, dixwaze tevliheviyê di navbera eşîran û QSD`ê de derxîne.

Ebû Xewla: Hedefgirtina kesayetan metirsiyê li gel şêniyan çêdike

Ebû Xewla destnîşan kir ku ji ber kuştin û hedefgirtina kesayetên eşîr û civaknasan metrisî li gel şêniyên herêmê çêbûye.

Derbarê kuştina ku çêdibe şêniyên herêmê helwestên xwe diyar kirin, banga ewlehî û aramiyê li herêmê kirin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê diyar kir ku hin aliyên derve şerê çapemeniyê li herêmê bi rêxistin dikin da ku ftineyê li gundewarên Dêrazorê û li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê çêkin.

Ev yek jî diyar dike ku pilanên mezin ji aliyê hikûmeta Sûrî, çeteyên DAIŞ`ê û alîgirên wan li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.

Êdî çeteyên DAIŞ`ê û rejîma Sûriyê jî hevkarî û koordîneya xwe çêdikin, çeteyên DAIŞ`ê ji herêmên di bin kontrola hêzên rejîma Sûriye de derbasî herêmên di bin parastina QSD`ê dibin, da ku êrîşan li dijî gelê herêmê pêk bînin û gendeliyê çêkin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewla weha bi dawî kir:

Ji mafên me yên rewa ye ku em parastina xwe, hêzên xwe û gelên xwe bikin, di heman demê de kesên çekan li hemberî hêzên me bilind bikin emê bersivê bidin, ji ber QSD`ê ji şêniyên herêmê pêk tê.

Her weha ji bo ewlehî û aramiya li herêmê mîsoger bikin, gelek tedbîrên ewlekariyê hatine girtine.

Back to top button