Macron: Divê sedema rasteqîn ya teqîna Beyrûtê, were naskirin

Serokomarê Fransayê, Emmanuel Macron, serdana Libnanê kir û ji bo naskirina sedema rasteqîn ya li Beyrûtê, banga destpêkirina lêpirsînê kir.

Emmanuel Macron, serdana Libnanê kir û bi serokomar Mîşêl Ewn re rûnişt.

Di hevdîtinê de, Mîşêl Ewn daxwaz ji Macron kir ku wêneyên asîmanî yên dema teqîna Beyrûtê peyda bike.

Macron jî soza peydakirina van wêneyan da.

Macron li ser naskirina sedema rasteqîn ya li Beyrûtê, banga destpêkirina lêpirsîneke bêalî kir.

Serokomarê Fransayê di dema gera wî nava kolanên Libnanê de anî ziman ku wê alîkariya pêşkêşî Libnanê bikin.

Her wiha wê Fransa Civaka Navdewletî tengav bike ku ji bo alîkariyê pêkêşî Libnanê bike.

Macron got, divê hikûmet ji bo gendeliya heyî bi dawî bike, bikeve tevgerê.

Back to top button