Li Mûsilê miftî û serçeteyê Daiş’ê Ebû Ebdulbarî hate girtin

Miftî û yek ji serçeteyên DAIŞ’ê yê bibandor Ebû Ebdulbarî, li Mûsilê ji aliyê polîsên Iraqê ve hat girtin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku Ebû Ebdûlbarî yek ji xetirtîn çeteyên DAIŞ’ê ku li Iraqê di hat naskirn.

Serçete Ebû Ebdûlbarî weke berpirsiyarê êrîşa li ser Mezgefta Yunis Pêxember dihat destnîşankirin.

Serçeteyê hatî girtin, ji ber qelewbûna wî ya zêde li pişta wesayîtekê kirin û birin navenda polîsan.

Leave a Reply

Back to top button