
Ev sê roj in, ji ber kirîza aborî û buhabûn pêdiviyên jiyanî şêniyên parêzgeha Siweydayê li kolanan in.
Bi dehan ji şêniyên parêzgeha Siweydayê ya başûrê Sûriyê li qada Şehba ya bajêr kom bûn û li dijî rewşa aborî û buhabûna pêdiviyên jiyanî xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşanderan bi slogana ”Em dixwazin bijîn” kêmbûna nirxê lîreya Sûrî li hember dolarê Amerîkî û gendeliya hikûmî şermezar kirin.
Her wiha xwepêşanderan banga çavdêrîkirina nirxên pêdiviyên jiyanî û başkirina rewşa welatiyên Sûrî kirin.
Duh jî li pêşiya avahiya parêzgehê ya bajarê Siweydayê bi dehan şêniyên bajêr kombûn û xwepêlandan li dar xistibûn.