Krîz tenê bi kêrî dewlemendan tê

Rêxistina Oxfamê bi raporekê eşkere kir ku piştî vîrûsa Covid-19 û krîza enerjiyê, dewlemendan dahata xwe qat bi qat zêde kirine.
Di rewşek wiha de, hejar jî hejartir bûne.

Rêxistina alîkariyê ya navneteweyî ya Brîtanî Oxfam di rapora xwe ya beriya Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) ku îro li Davosê dest pê kir de, bal kişand ser zêdebûna newekheviya dahat û xizaniyê li cîhanê.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber Covid-19 û krîza enerjiyê bi kêrî şîrket û kesên pirdewlemend hatiye.

Hat gotin, par bihabûna zêde ya erzaq û enerjiyê bû sedem ku dewlemend, hîn zêdetir dewlemend bibin.

Oxfam: Krîzan tenê bikêrî dewlemendan hatin

Berdevkê Oxfam Manuel Schmitt got,

“Krîzên dema me di dewlemendiya milyarderan de zêdebûnek mezin bi xwe re aniye, ji ber ku bi mîlyonan mirov nizanin ka çawa lêçûnên xwe yên xwarin û enerjiyê vegirin.”

Li gorî raporeke Oxfamê weke antî-kapîtalîst tê naskirin, 95 şîrketên xurek û enerjiyê li çaraliyê cîhanê di sala 2022’an de qazancên xwe du qat zêde kirine.

Di raporê de hat diyarkirin ku van şîrketan ji krîzê sûd wergirtine û 306 milyar dolar qezenc kirine.

Hat destnîşankirin ku ji vê jî 257 mîlyar (ji sedî 84) ji aliyê hîsedaran ve hatiye parvekirin.

Dewlemendan dahata xwe zêdetir kirine

Di raporê de hat gotin, ji sedî yek ê nifûsa cîhanê ku ya herî dewlemend e, ji destpêka pandemiya coronayê ve ji sêyan nêzî du dewlemendiya gerdûnî bi dest xistiye.

Ev meyla li Almanyayê hîn zêdetir xuya dike.

Li gorî vê yekê, di sala 2020 û 2021’an de li Almanyayê ji sedî 81’ê zêdebûna dewlemendiyê di malên ji sedî 1 ê herî dewlemend ê nifûsê de hatiye tomarkirin.

Di rapora Oxfamê de jî hejmarên balkêş hene.

Li gorî vê yekê, ji sala 2020’an ve serweta tev mîlyarderên li çaraliyê cîhanê rojane bi navînî 2,7 mîlyar dolar zêde bûye.

Li aliyê din enflasyona bilind çîna karker hîn xizantir kir.

Di raporê de hat ragihandin ku li cîhanê herî kêm 1,7 mîlyar karker li welatên ku enflasyon ji mezinbûna mûçe zêdetir e dijîn.

Li cîhanê ji deh kesan yek bi birçîbûnê re rû bi rû ye.

Schulze: Jimar metirsîdarin

Wezîra Pêşketinê ya Almanyayê Svenja Schulze di nirxandina encamên rapora Oxfamê de, geşedanên bi fikar nirxand.

Schmitt got:

“Karsaz û xwediyên wan ên pir dewlemend divê ji bo pêşxistinê hîn zêdetir bacê bidin.”

Back to top button