CIWANÊN KERKÛKÊ DAXWAZA LIDARXISTINA KONGREYA NETEWÎ KIR

Ciwanên Kerkûkê eşkere kirin ku axaftinên Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan tên wateya dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê û armanca wî qirkirina gelê Kurd e.

Ji bo sekna li hember dagirkeriyê jî, ciwanan daxwaza lidarxistina kongreya neteweyî kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyib Erdogan di 26’ê Tîrmehê de diyar kir ku armanca wan ne ew e ku çiyayên bilind û asê yên li aliyê din ê sînor bigirin û got, “Li şûna girtina çiyayên asê yên li aliyê din ê sînor, em ê li aliyê din ê sînor di deştê (bajaran) de xeteke ewlekariyê ava bikin. Dema ev xet çêbû, jixwe meseleyeke bi navê Qendîlê wê nemîne.”

Ciwanên Kerkûkê li dijî axaftinên Erdogan helwesta xwe nîşan dan.

Ciwanê bi navê Helo Omer got: Ev gotinên Erdogan bi wateya dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê tê, mîna Efrînê.

Armanca dewleta Tirk tinekirin û qirkirina gelê Kurd e, bi sedên salan e ji bo vê kar dike.

Niha jî bi bihaneya PKK’ê êrîş dike, dijmin ji hemû alî ve û bi hemû awayî êrîş dike.

Lewma divê hêzên Kurdistanê bi awayekî yekgirtî kongreya neteweyî li dar bixin û bersiva dijmin bidin.”

Ciwanê bi navê Dildar Omer jî bang li ciwanan kir ku li dijî dagirkeriyê li ser piyan bin û got:

“Divê ciwan bi tundî helwest nîşan bidin û bersiva dagirkeriyê bidin.

Erka her endamekî vê civakê ye ku li hemberî dijmin rabe.

Eger gel helwesta xwe nîşan nede, wê demê em hevparê dewleta Tirk û dagirkerên xaka xwe ne.

Weke xelkê Kerkûkê em bi xwe birîndar bûne., em naxwazin gelê me ji vê zêdetir birîndar bibe, em rojane dibînin li Efrînê çi rû dide.”

Herweha ciwanê bi navê Rêbaz Elî axaftinên Erdogan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û bi bîr xist ku 17 roj in PDK’ê dorpêç daniye ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û weke êrîşekî neexlaqî bi nav kir û got;

“Divê em fişarê li aliyên siyasî bikin, ji bo ku kongreya neteweyî li dar bixin da ku bikarin li hember dijmin derkevin.”

Leave a Reply

Back to top button