TEVÎ RAGIHANDINA AGIRBESTÊ, 400 ÊRÎŞ PÊK HATIN

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji dema ku agirbest ji aliyê rejîmê ve hatiye ragihandin, ango piştî 24 saetan ji ragihnadinê wê, bêhtirî 400 êrîşên bejahî pêk hatine.

Tevî ku balafirên şer ên rejîma Sûrî ev du roj in li asîmanên Idlibê xuya nakin jî, lê şerê li ser erdê bê navber berdewam e.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku tevî rejîma Sûrî agirbest ragihand jî, lê hîna şer berdewam e.

Çavdêriyê destnîşan kir ku piştî 24 saetan ji ragihandina agirbestê, bêhtirî 400 êrîşên bejahî navbera rejîm û çeteyên dewleta Tirk de çêbûn.

Li bajarê Sanamên ê Der’ayê jî şer navbera alîgirên rejîmê û çeteyan de rû da.

Hêjayî gotinê ye ku di vê dema dawî de asta, êrîş, teqîn û tesfiyekirin li parêzgeha Der’ayê zêde bûye.

herî dawî jî îstxbaratekî Hizbullaha Lubnanî li bajarokê Nehta li gundewarê Der’ayê hatibû kuştin.

Leave a Reply

Back to top button