Ciwanên Mexmûrê li dijî tecrîdê konê çalakiyê vedan

Ciwanên wargeha penaberan a Rustem Cûdî – Mexmûrê li dijî tecrîdê dest bi çalakiya konvedanê kirin.

Tecrîda li dijî Rêber Apo her ku diçe girantir dibe. Li dijî wê Kurd li her derê di nava çalakiyan de ne.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûrê konê çalakiyê vedan.

Ciwanan derbarê mijarê de daxuyaniyek da û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin.

Ciwanan diyar kirin ku Rêber Apo bi felsefe û têkoşîna xwe, jiyanek nû û azad ji bo jin û gelê Kurd afirand.

Her wiha anîn ziman ku hêzên navdewletî bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin hêviyên azadiyê tune bikin.

Di dawiyê de cwanan piştrast kirin ku heta azadiya fîzîkî ya rêber Apo ew ê di nava çalakiyan de bin û têbikoşin.

Back to top button