Konferansa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji cîhanê re aştî û îstîqrar”

Berdevka PYD’ê Sema Begdaş beşdarî konferansa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji cîhanê re aştî û îstîqrar” a li Afrîkaya Başûr hat lidarxistin bû û derbarê konferansê de nirxandin kir û got:Li darxistina konferansê li Afrîkaya Başûr ji bo hêzên komploger peyamek e.

Di dîroka 28-29’ê Sibatê de li bajarê Cape Town ê Afrîkaya Başûr konferansa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji cîhanê re aştî û îstîqrar” hat lidarxistin.

Konferans bi pêşengiya bi pêşengiya Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd û Însiyatîfa Azadiya ji Rêber Apo re ya Sûriyê pêk hat.

Sema Begdaş: Rêber Apo mifteya çareseriya Rojhilata navîn e

Berdevka PYD’ê Sema Begdaş ku beşdarî konferansê bû, der barê konferansê de nirxandinan kir.

Sema, da zanîn ku li darxistina konferansê li Afrîkaya Başûr ji bo hêzên komploger peyamek e û ev tişt anî ziman:

Li çar parçeyên Kurdistanê gel ji bo azadiya Rêber Ocalan hêza xwe kir yek.

Ji ber azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin.

Rêber Abdulah Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e.

Sema Begdaş: Konferansê de banga pêkanîna azadiya gelê Kurd hate kirin

Sema Begdaş, anî ziman ku di konferansê de pisgirêkên kurd hatin niqaşkirin û got:

Beşdaran destnîşankirin ku çawa mafên gelên din hene, divê mafê Kurdan jî hebe.

Rêber Ocalan jî dibêje ku divê hemû gelên bindest bigihîjin azadiya xwe û aştî û demokrasî ava bibe.

Divê li dibistan û zanîngehan fikrên Rêber Abdulah Ocalan wekî wane bên dayîn.

Sema Begdaş: Têkoşîna jinên Rojava li cîhanê deng vedaye

Sema Begdaş, diyar kir ku di konferansê de li ser modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin jî nîqaş kirine û wiha dawî li axaftinên xwe anî:

Têkoşîna jinên rojava li cîhanê deng vedaye.

Hemû kesên beşdarî konferansê bûn bal kişandin ser berxwedana jinan a li dijî rêxistinên terorê yên li Rojava.

Her wiha hat destnîşan kirin ku divê jinên li Rojava têkoşînê bidomînin û ji bo wan piştgirî bê dayî.

“Abdullah Ocalan û girtiyên din ê siyasî divê bên berdan”

Back to top button