ŞAREDARIYA GEL A GIRKÊ LEGÊ BANG LI ŞÊNIYAN KIR KU GEMARÊ DI SAETÊN DIYAR DE DERXIN SER RÊ

Şaredariya Gel a Girkê Legê ji bo derxistina gemarê li ser rêyan di saetên diyar de bang li şêniyan kir.

Karkerên baqijiyê yên navçeya Girkê Legê ji bo baqijiya navçeyê bê navber dixebitin.

Karkerên Beşa Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê rojane li kolanên bajêr digerin û gemarê kom dikin.

Her wiha rojê 5 caran li navenda bajêr digerin û gemarê kom dikin.

Ji wê jî zêdetir rojane keviyên rêyên giştî û tevahî rêyan paqij dikin.

Tevî ku saetên derxistina gemarê diyarin jî hinek welatî û xwediyên dikanan gemarê di saetên nediyar de datînin ser rêyan.

Ev jî dibe sedem ku barê karkerên paqijiyê zehmet be.

Di vê çarçoveyê de şaredariya gel bang li welatiyan kir ku bi Beşa Hawîrdorê re bibin alîkar û gemarê di saetên diyar de derxin ser rê.

Leave a Reply

Back to top button