Polîsan destûr nedan daxuyaniyê û dayik dorpêç kirin

Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, dewleta Tirk çalakiya Dayikên Şemiyê ya bi dixwaza aqûbeta xizmên xwe ku li Stenbolê lidardixin, asteng dike.
Di vê hefteyê de jî Dayikên şemiyê ji aliyê polîsên rejîma faşîst a Tirk ve hatin astengkirin û dorpêçkirin.

Polîsan li Qadê dayikan û parêzvanên mafên mirovan dorpêç kirin.

Polîsan vê hefteyê jî maça Lîga Şampiyonan a UEFA’yê kirin hincet, destûr nedan çalakî û daxuyaniyê.

Ji xizmên windayan Masîde Ocak di nava dorpêçê de bertek nîşanî polîsan da û wiha got:

“Vê hefteyê jî bi hinceta maçê çalakiya me asteng kirin.

Em ê qasek din werin destgîrkirin. Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin.”

Dayikên Şemiyê dîsa hatin binçavkirin

Back to top button