Urdun..Prensê berê Hemza: Ez ê fermana artêşê pêk neyînim

Li Urdunê alozî kêm nabe û peyamên nearamiyê derdikevin. Prensê berê Hemza bîn Huseyîn ragihand ku ewê li dijî daxwazên artêşê yên neaxaftinê bêdeng nemîne.

Urdun jî Hemza bi pêkanîna darbe û derxistina tevliheviya li welat tewambar dike. Piştî cihana Erebî û DYA, YE jî piştevaniya xwe ya ji bo Qiralê Urdunê Ebdulahê II. diyar kir.

Di bin navê gotinên hewildanên “darbe” û “derxitina tevliheviyê” de aloziya li Urdunê gurdibe.

Zirbirayê Qiral Ebdulah û cigîrê wî yê text Hemza li mala ku dibin çavdêriyê de ye, peyamek deng şand.

Ev peyam ji aliyê mixalîfên welat ve hate belavkirin.

Hemza bîn Huseyîn di peyama xwe de wiha dibêje:

Nahêlin derbikevim ji derve, twitteran biweşênim, xwenegihênim mirovan û tenê dikarim malbatê bibînim.

Ez ê van gotinan nepejirînim.

Wezîrê Karê Derve yê Urdunê Eymen Es Sefadî di daxuyaniyek xwe ya berê dayî de diyar kir ku di encama lêpirsîna pêk hatî de eşkere bûye ku Hemza bîn Huseyîn bi piştevaniya hêzên ji derve têkdana ewlekariya li welat xera bike.

Sefadî dazanîn ku jimara kesên hatine binçavkirin, di navbera 14-16 an de ye.

Tevî cîhana Erebî, DYA jî piştevaniya xwe ya ji bo Qiralê Urdunê anîbû ziman.

Li welat jî berpirsên Qanûnçêker, birêvebirin û darazê jî piştevaniya xwe ya ji bo Qiral Ebdulahê II. ragihandin.

YE piştevaniya xwe ya bi qiral Ebdulahê II. re ragihand

Ji Ewropa jî peyamên piştevaniya ji bo qiral hatin dayîn.

YE piştî îdiayên darbeya li Urdunê helwesta xwe diyar kir û piştevaniya xwe ya ji bo Qiral Ebdulahê II. nîşan da.

Şeva 3 Nîsanê bi hinceta darbeyê li Urdunê tevgerek zêde ya leşkerî pêk hatibû.

Polîs û hêzên ewlekariyê bi ser gelek malande girtin û nêzî 20 kesên payabilind binçav kirin.

Her wiha Prensê berê Hemza bin Huseyîn jî ji pêkanîna darbeyê hate tewambarkirin û di mala wî de ew xistin bin çavdêriyê.

Back to top button