Di Adara Borî de li Efrînê 4 sivîl hatin kuştin û 52 jî hatin revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wê sûc û hovîtiya xwe a li dijî sivîl û xwezaya Efrînê didomînin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bîlancoya meha Adarê eşkere kir û ragihand ku dagirkeran li Efrînê 4 sivîl kuştin, 52 sivîl jî revandin.

Li Efrîna dagirkirî, sûc, hovîtî û kiryarên der mirovî yên dagirkeran bê navber dewam dikin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê Sûrî, di bîlancoya xwe de sûcên dagirkeran yên ku di meha Adarê borî li Efrînê pêk anîn, eşkere kir.

Li gorî bîlançoya Rêxistinê sûcên dagirkeran yên di meha Adarê de wiha ne:

Di nav de jinek 4 sivîl hatin kuştin

52 sivîl di nav de 2 jin hatin revandin.

ji wan 7 sivîl piştî standina pereyan ji malbatên wan hatin berdan.

Li gorî Rêxistinê, çeteyan ji bo bazarganiya êzingan zêdeyî 950 darên zeytûnê birîn.

Her weha desteserkirina mal û milkên Efrîniyên kocber û ferz kirina bac li ser şêniyên mane domandin.

Ji bo dizîna şûnwarên Efrînê, rêxistinê destnîşan kir ku girê Çaçiyê تل الجاجية yê şûnwarî û devera ziyareta Ibramê Deda ابرام دادا yê li navçeya Raco hatin talan û wêrankirin.

Di bîlancoyê de hat diyarkirin ku tevî sûcên ku li Efrînê pêk tînin, dagirkeran rojane herêma Şehba û Şêrewa yên ku şêniyên Efrînê lê koçber bûne, topbaran kirin.

Rêxistinê destnîşan kir ku heya niha civaka navnetewî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bê deng e.

Back to top button