Bi armanca pêşxistina kar û xebatan, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê komxebata xwe ya salane li dar xist. di komxebatê de tundî û êrîşên li ser jinan herî dawî jî kuştina jîna amînî û Anûş Apetyan hat şermezar kirin.
Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî jinan, kuştin, destdirêjî û tundî ye.
Li Rojhilatê Kurdistanê kuştina Jîna Emînî û li Ermenistanê kûştina Anûş mînakên dawî yên vê yekê ne.
Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jinên pêşengî ji şoreşê re dikin dibin hedefa dewleta Tirk a dagirker.
Di bin şert û mercên herî dijwar de Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê komxebata xwe ya salane li dar xist.
Komxebat li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di komxebatê de nîqaş li ser rewşa jinan di şoreşa Rojava de, piştgiriya serhildana jinan a îranê û xwedîderketina li çandê hat kirin.
Rêvebera Hîlala Zêrîn Reşa Elo: Bi rêxistinbûyîna jinan em ê piştgiriyê bidin hev
Rêvebera Hîlala Zêrîn a Navçeya Til Temirê Reşa Elo jî bal kişand ser tevlibûna jinan bi cil û bergên xwe yên çandî û wiha anî ziman:
Her kes bi cil û bergên xwe yên folklorî beşdarî komxebatê bûne.
Mirov dibin siwana netewa demokratîk de yekbûna gelan dibîne.
Bi vê yekê jî bersiveke herî xurt e ku em ji dijmin re dibêjin em bi çanda xwe hene.
Reşa Elo da zanîn ku wê jin bi rêxistinbûna xwe civakek azad û bi aram bi afirînin.