Li Girkê Legê li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo meş hat lidarxistin

Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike. Li Girkê Legê li dijî tecrîdê meşek hate lidarxistin. Çalakiya Pirtûkxaneya gerok ya ji bo azadiya Rêber Apo li Reqayê di roja 2’an de dewam dike.

Bi sedan kes, endam û nûnerên saziyan beşdarî meşa li Girkê Legê bûn û tecrîd şermezar kirin.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, Hevseroka Şaredariya Gel ya navçeya Girkê Legê Xaliya Ibrahîm axivî û bal kişande li ser armanca dewleta Tirk ji girankirina tecîrdê.

Di dawiyê de Xaliya Ibrahîm ji bo azadiya Rêber Apo banga mezinkirina tekoşînê kir.

Çalakiya pirtûkxaneya gerok li Reqayê di roja 2.an dewam dike

Çalakiya Pirtûkxaneya gerok îro li bajarokê El Silhibiye ya li rojavayî bajarê Reqayê dewam kir.

Di çalakiyê de kesên axivîn diyar kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo divê tekoşîn bê mezinkirin.

Di dawiyê de, sivîzyonek der barê jiyana Rêber Apo hate pêşandan.

Back to top button