Li Fasê jimara kesên mirî gihişt 2901’î

Li Fasê piştî 5 roj ji erdheja wêranker, hîna jî xebatên lêgerîn û xelasiya ji bin kavilan pêk tê. Heta niha li gorî daneyên fermî jimara kesên mirî ji 2 hezar û 900’î derbas kiriye.

Ekîb ji bo ku xwe bigihînin kesên di bin xirbeyan de li herêmên ku erdhej lê bandor bûne, xebatên xwe didomînin.

Wisa dixuye ku şêniyên herêmên ku erdhej lê bandor bûne jî beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne.

Wêneyên hin Fasê yên ku li derveyî welat dijîn bi alikariyên di wesayitên xwe de tên welatê xwe, ruhê hevgirtinê li herêmê vedijîne.

Gelek wesayîtên ku ji bajarên din ên Fasê malzemeyên alîkariyê hildigirin ji bo piştgiriyê tên herêmên erdhejê.

Qralê Fasê Mihemed 6. jî duh li nexweşxaneyeke Marakeşê mexdûrên erdhejê yên ku li nexweşxaneyeke Marakeşê tên dermankirin ziyaret kir û xwîn da.

8’ê Îlonê saet 23.10’an li Fasê erdhejek bi pileya 6,8 rû da û navenda wê jî herêma El-Huz a bajarê Marakeşê ye.

Wezareta Karên Hundirîn ya Fasê ragihand ku di erdhejê de 2 hezar û 901 kes mirin û 5 hezar û 530 jî birîndar bûn.

Erdheja li Fasê: Piştî 3 rojan tîmên hewarçûnê xwe gihandin herêmê

Back to top button