Li Kobanê xebatên xizmetguzariyê yên şaredariyê

Şaredariya navçeya Qinê ya Kobanê, hin ji projeyên xwe yên çêkirina rêyan bi dawî kirin.

Şaredariyê di çarçoveya projeyên xwe de, çêkirina riyan yên gundên rojhilatê Kobanê bi dawî kir.

Rêyên gundê Ziravik, her sê gundê Girde, Bîra Remê û riya di navbera gundê Ewênê û Talikê jî ber bi dawîbûnê ve diçe.

Her wiha wê pirên gundê Qubê û hin gundên derdora wê werin çêkirin.

Hevserokê komîteya şaredariya Kobanê Hecî Meyrik axivî û got, “Heta ji me were xwestin emê xizmeta gelê xwe bikin û hin projeyên din jî li pêşiya me hene.

Back to top button