Çalakiya konvedanê ya li pêşiya avahiya NY a li Qamişlo dewam dike

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava tevgerê de ye û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Îro jî li gelek deveran çalakî hebûn û li dijî êrişan peyama bilindikirina têkoşînê û berxwedanê hate dayîn.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, gelê herêmê bihêrs in û di nava çalakiyan de ne.

Îro jî li gelek deveran li dijî êrişan çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiya konvedanê ya Hêzên Parastina Civakê -Jin ku li ber avahiya NY a li Qamişlo hatiye vedan di roja 7’an de bi biryardarî didome.

Îro şêniyên navçeya Çilaxa serdana konê çalakiyê kir û li ser navê Meclisa bajarê Çilaxa daxuyanî hate dayîn.

Bi hezaran welatiyên Dirbêsiyê li dijî êrişan daketin kolanan

Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrişan daketin kolanan.

Şênî li kolanên navçeyê meşiyan û li navenda bajêr meş veguherî mitîngê.

Piştre li ser navê Hêzên Parastina Civakê -HPC axaftin hate kirin û banga girtina qada ezmanî li pêşiya êrişên dagirkeriyê hate kirin.

Hin kesên tevlî meşê bûn derbarê êrişan û helwesta gel nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiyên Til Birakê a navçeya Qamişlo li dijî êrişan daketin kolanan

Şêniyên navçeya Til Birakê jî ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Kongra Star û Meclisa navçeya Til Birakê axaftin hatin kirin û hate gotin gel li dijî êrişan wê li ber xwe bide û li kêleka hêzên parastinê axa xwe biparêzin.

Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê: Em ê bi Şerê Gel ê Şorşgerî li ber xwe bidin

Li Herêma Firatê jî, Yekîtiya Jinên Ciwan bi heman armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin jinên ciwan wê bi rêbazê şerê gelê şoreşgerî li ber xwe bidin û bi ser bikevin.

Meclisa Herêma Efrînê êrişên li ser herêmê şermezar kir

Meclisa Herêma Efrînê jî li Şehbayê li dijî êrişan daxuyaniyek da û bang li gelê herêmê kir li dijî êrişan asta têkoşînê bilind bikin û şerê gel ê şoreşgerî bikin rêbaza jiyana azad.

Back to top button