Nivîsgeha Pere-dayînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha heqê 11 hezar û 174 fatoreyên genim daye.
Li aliyekî din jî cotkar genim radestî navendî wergirtinê dikin.
Navendên wergirtina genim ji 23’ê Gulanê ve, genim werdigrin.
Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser diyar kiribû ku her kîloyek genim bi 43 sentan e.
Ji destpêka wergirtinê û heta 11’ê Tîrmehê, wergirtina-genim gihaşt milyonek û 9 hezar tonî.
Li gorî gerînendeyê xebatên serfkirinê yê nivîsgehê Macid El-Elî, ji 20’ê Hezîranê ve bi awayekî rojane fatoreyên genim tên dayîn.
El-Elî eşkera kir ku wan bi rêya 8 navendan heta niha 11 hezar û 174 fatore serf kirine û got:
“Hin caran xebat lawaz dimeşe ew jî ji bo ku tu pirsgirêk di dayîna fatoreyan de dernekevin.”
El-Elî anî ziman ku tu demeke diyar ji bo dayîna fatoreyan tune ye û wergirtina genim hîna dewam dike.