Şandeya navnetewî ya jinan li Başûrê Kurdistanê ye

Bi pêşengtiya Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) şandeyek navneteweyî ya jinan ji Elmanyayê li Başûrê Kurdistanê ye.

Şande dixwaze dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lêkolîn bike, bi vê boneyê serdana rêxistinên jinan dike.

Şandeya navneteweyî di roja yekem de li Silêmaniyê serdana jinên ji aliyên Hizba Komunîst, Tevgera Goran û Tevgera Azadî kir.

Her wiha serdana Navenda Jineolojî, Yekîtiya Jinan, Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyê ya li Başûrê kurdistanê û Rêxistina Jinên Azadîxwaz ya Kurdistanê kir.

Şande ji jinên aktivîst yên Korea, Îran, Eritrea û Rojhilatê Kurdistanê pêk tên.

Tê payîn şande li Başûrê Kurdistanê bi rêxistinên din yên jinan re jî bicive.

Back to top button