Antonio Guterres: Li Îranê binpêkirinên Mafên Mirovan dewam in

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, duh di derbarê binpêkirina mafên mirovan li Îranê de raporek belavkir.

Guterres diyar kir ku li Îranê cezayê darvekirinê ji bo zarokan dewam dike û cezayê demdirêj li parêzvanên mafên mirovan tê birîn , herwiha zextên li ser rojnameger û çalakvanên civaka sivîl jî dewam dikin.

Di dewama raporê de Guterres got; “Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbuyî li Îranê, êşkecne, binçavkirina derveyî yasayan, zextên li ser jinan û civaka sivîl piştrast kiriye û hinek rojnamegerên hatine girtin jî di zindanan de nayên derman kirin.”

Berya niha Neteweyên Yekbûyî, derbarê rêjeya zêde ya darvekirinên li Îranê, nerazîbûna xwe anîbû ziman û ev yek bi ”cihê metirsiyê” salox kiribû.

 

Back to top button