Sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîan dagirkirî

Çeteyan li Efrînê welatiyek revandin û yek jî  êşkence kirin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand çeteyên ku navê Ewlehiya Siyasî li xwe dikin welatiyek li Efrînê revandin.

Navê welatiyê ku hatiye revandin Elî Hemdan ji taxa Eşrefiyê ya li navenda Efrînê ye.

Hate diyarkirin ku çeteyan Hemdan piştî dayîna 300 dolarî serbest berdane.

Efrîn POST jî diyar kir ku hin çeteyên ji Xotaya Şamê êvara cejnê êşkence li welatiyê Kurd Mihemed Xêr ê 58 salî kirin.

Hate zanîn ku Mihemed Xêr li gel Polîsên Leşkerî gilî kiriye, lê guh li giliyên wî nedan.

Back to top button