Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber şerê li Bakur Rojavayê Sûriyê, heta niha 900 hezar koçber bûne û piraniya wan zarok in.
Bi dewamiya şerê li Idlibê û Helebê, Alîkarê sekiretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Luckook diyar kir ku, ji sala 2019’an û heta niha 900 hezar kes koçber bûne..
Her wiha destnîşan kir ku, Kamp jî êdî nema dikare van koçberan bihewîne û caracarn jî Kamp bi xwe jî dibin armanca êrîşan, lewma divê şer were rawestandin.
Bi zêdebûna pêla koçberiyê re, Rêveberiya Xweser deriyê xwe ji bo wan vekir û heta niha bi sedan malbatên Idlibî, li Minbic, Reqa û Tebqayê hatine bicihkirin.