Li Eyn Îsa li dijî dagirkeriyê meşek hat lidarxistin

“Tekane rêya serketinê berxwedan û têkoşîne, em ê jî bi hemû hêza xwe vê rêyê bidomînin.”
Pêkhateyên herêmê wiha dibêjin û diyar e ku bi israr in vê rêye dewam bikin.
Ji bo vê gotina xwe misoger jî bikin îro li gelek deverên herêmê çalakiyên konê parastinê hatin lidarxistin.

8 sanî dimen despêkê bidin, piştre dublaj bila were

Li bajarokê Hîşê yê Eyn Îsayê jî meşek li dijî êrişan hate lidarxistin.

Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û soza berxwedan û têkoşînê dan.

Piştî meş seknî hevserokê meclisa bajarokê Xelîl El Îsa axivî.

Xelîl El Îsa êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha anî ziman:

“Em ê berxwedan û têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî jî dewam bikin.

Em ê planên qirêj yên li dijî herêmên xwe vîna xwe ya ji pola têk bibin.”

Xelkê kantona Cizîrê li bin konên çalakiyê peyama parastinê dan

Ev jî sekna xelkê Dêrikê ya li dijî êrişan bû.

Di peyamên li bin kon hatin dayîn de, hate gotin, ew ê tu carî dest ji xaka xw bernedin.

Çalakiyê konê parastinê ya ku duh hatibû destpêkirin îro di roja 2. de bi biryardarî bi dawî bû.

Konê çalakiyê yê ku li Girkê Legê hatibû destpêkirin di roja 3. de de jî rastî eleqeyek mezin hat.

Beriya bi dawîbûna çalakiyê xelkê navçeyê bi girseyî herikîn bin kon û gotin:

“Em ê ji bo parastina destketiyên xwe her dem hazir bin.”

Li Çilaxa jî xelk li bin konê parastina desketiyan kom bûn.

Di roja sêyem de, xelkê navçe û endamên saziyan li bin kon sekna xwe nîşan dan.

Çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû û tê de wiha hate gotin:

“Li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê divê gelê me hevgirtina xwe ava bikin û li pişta hêzên xwe bin.”

Bertekên gelê herêmê li dijî êrişên dagirkeriyê

Back to top button