Hevseroka Desteya Çandiniyê a Herêma Firatê Sewsen Daban diyar kir ku heta niha 120 hezar ton genim hatiye wergirtin û wergirtina genim li herêma Firatê hêj berdewam e,.
Hevseroka Desteya Çandiniyê ya Herêma Firatê Sewsen Daban da zanîn ku wergirtina genim li herêma Firatê ji cotkaran berdewam e.
Sewsen got:
”Ceh, nîsk, kemûn, colik û genim li gor sala borî îsal pir baş bû ew jî ji ber barîna pir a baranê bû.
Li herêma Firatê genim tenê bi qasî 120 hezar ton hatiye wergirtin, û li sê navendên Sirîn, Rovî û Çelebiyê hatiye bicihkirin.”
Sewsen Daban destnîşan kir ku ji aliyê dugma 33’ê hezar ton hat piştî wergirtina genim bi çewal hatin standin û çewal li cotkaran hatin belavkirin.”
Daban di dawiyê de got : “Heqê genim ê cotkaran tê dayîn. Tê payîn ku wê îsal bi qasê 150 ton genim bê wergirtin.”