Rêveberiya Xweser a Firatê zêdetirî 43 hezar ton genim wergirt

Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê heta niha zêdetirî 43 hezar ton genim ji cotkaran weregirt.
Rêveberiyê piştî ku çend depoyên genim hatine dagirtin, navendek nû ya wergirtina genim vekir.

Li herêma Firatê Depoyên genim ji 22’yê Gulanê ji cotkaran genim wergirt û heta 10 rojan dewam kir.

Piştî depoyên Çelebiyê, Rofî û Sirînê tijî genim bûn, navenda Era li nêzî wê hate vekirin û genim di tûran de wergirt.

Rêveberiya Depoyên girêdayî Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Herêma Firatê eşkere kir ku wan heta niha 43 hezar ton genim ji cotkaran wergirtine.

Li herêma Firatê 4 depo hene; Rofî, Çelebiyê, Kalta û depoyên Sirînê.

Depoya Sirînê ji dema dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê beşek ji wê ji xizmetê derket.

Her wiha ji ber dagirkirnê, tevahî depoyên dexlûdan ên li Girê Spî, Mişêrfê, Eyn Îsa û Qizelî ji xizmetê derketin.

Ji ber vê, cotkarên li wê herêmên hemû berhemên xwe sewqî navendên wergirtinê yên li Reqa û herêma Firatê dikin.

Ji ber ku komîteyên parastina zeviyan bi erkên xwe rabûn, gel berhemên xwe bê pirsgirêk radestî Rêveberiyê dikin.

Rêvebeiya Xweser heya niha 200 hezar ton genim wergirtiye

Back to top button