Şêniyên Tirbespiyê tecrîd şeremzar kirin û diyar kirin ew ê bi berxwedan û tekoşînê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.
Meş ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê kir û li pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê veguherî mitîngê.
Bi sedan ji pêkhateyên Tirbespiyê beşdarî meşê bûn.
Li wir hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a navçeyê Hediye Şemo axivî û wiha got:
“Gel li dijî tecrîdê bi hêrs e û li projeya Rêber Abdullah Ocalan dicivin û li fikrên wî xwedî derdikevin.”
Hediye bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar a li hember kiryarên dermirovî û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan rexne kir.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Nûredîn Şakir jî axivî û diyar kir ku wê gel ji bo azadiya Rêber Apo berxwedan û tekoşîna xwe bilind bikin.
“Rêber Apo rêya yekane ya çareseriya krîza Rojhilata Navîn e”