Bi dirûşmeya ‘Rewşenbîrê Azad Giyanê Netewa Demokrtîk E’ Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê piştî 5 salan konferansa xwe 3’emîn li dar xist.
Konferas li hola Axîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê, bi beşdariya 200 delgeyan pêk hat.
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Esmet Hesen di konferasê de axivî û bal kişand ser rola rewşenbîran a di têkoşîn û şoreşê de.
Esmet Hesen diyar kir ku divê rewşenbîr dîrokê baş nas bikin û nirxên ku di encama Şoreşa Rojava de derketine holê biparêzin.
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî got:
Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gihîştin vê rojê.
Em li keda xwe xwedî derkevin û bi pênûsa xwe şer bikin, tecrîdê bişikînin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin”.
Li ser navê Desteya Çandê Mihemed Weysî jî da zanîn ku bi vî rengî ew dikarin pêşeroja gel û zarokên xwe bi pênûsa xwe biparêzin.
Piştre derbarê kar û xebat Yekîtiyê de sînevziyonek hate pêşandan û rapora wê ya du salan hate xwendin.
Her weha hilbijartina hevseroketiyê hate kirin, li şûna Esmet Hesen û Avesta Îbrahim, Mihemed Beko û Rûken Beyro bûn hevserokên nû yên Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.