Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi pêşengiya Meclîsa DKTM’ê li dijî Peymana Lozanê meş hat lidarxistin.
Meş li Qada Şaredariya Sydneyê dest pê kir.
Piştî meşê li ser navê Komîteya Amadekar axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de bal kişandin ser hişmendiya qirker a Lozanê û berxwedana gelê Kurd.
Kesên axivîn peyama “Li dijî Peyamana Lozanê jin, mêr, kal, zarok û YPG/YPJ li Rojava, li Îmraliyê Rêberê Abdullah Ocalan û li çiya jî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ber xwe didin” dan.
Her wiha anîn ziman ku ew bi ti awayî qebûl nakin ku PKK bikeve lîsteya rêxistinên terorîst de û gotin:
“PKK’ê dawiya DAÎŞ’ê anî.”
Piştî axaftinan hunermendê TEV-ÇAND’ê Xanemîr sirûda “Herne Pêş” got.



