Nexwaşiya penceşêrê li seranser cîhanê pir zêde belav bû ye

Zanyaran li ser balavbûn û zêde bûna nexwaşiya penceşêrê raporek belav kirin.
Li gorî raporê di nava 30 salî de ji sedî 80 zêdebûnek di bûyerên penceşêrê de heye.
Zanyaran diyar kirin, ger bi vî rengî dewam bike wê heta 2030’an ji sedî 31 zêdetir bibe.

Di 30 salên dawî de li seranserê cîhanê hejmara bûyerên penceşêrê ji sedî 80 zêde bûye.

Komek lêkolînerên navneteweyî li ser daneyên di navbera 1990’î û 2019’an de lêkolînek kirin.

Li gorî analîza lêkolîneran asta penceşêrê pir zêde bû ye.

Lêkolîneran diyar kirin, kesên di bin temenên 50 salî de piranî bi penceşêra esophageal û penceşêra prostatê ketine.

Li aliyê din kêmbûn bûyerên di kansera kezebê de hate tomar kirin.

Penceşêra pêsîrê jî di sala 2019’an de di asteke herî jor de hate tomar kirin.

Di lêkolînên zanyaran de hate diyar kirin kesên bi temenên 14-49 salî piranî bi nexwaşiyên penceşêrê ketine.

Ev lêkolîn li 204 welatan hatiye kirin.

Di sala 2019’an de di vê komê de bi tevahî 3 milyon û 260 hezar bûyerên penceşêrê hatin tomarkirin.

Li gorî sala 1990’î amar ji sedî 79 zêde bû ye.

Dîsa di sala 2019’an de hejmara kesên ji ber penceşêrê mirine li gor sala 1990’î ji sedî 28 zêde bû ye.

Piraniya mirinan di bûyerên kansera pêsîrê, mîde, pişik û rûvî e qewimîn.

Lê herî zêde jî mirin di penceşêra gurçik û kansêra hêkdankê de hate tomar kirin.

Ji hêla erdnîgarî ve jî herî zêde li Amerîkaya Bakur, Ewropaya Rojava û Awustralya ya li Okyanûsê bûyerên penceşêrê hatin dîtin.

Li gorî lêkolînan bûyerên penceşêrê li welatên xwedî dahat kêm û navîn zêde dibin, nemaze di jinan de.

Her wiha zanyar pêşbînî dikin, zêdebûna bûyerên penceşêrê û mirina wê berdewam bike.

Back to top button