Koreya Bakur ragihand ku yekem noqîvana nukleerî a êrişê çêkir

Koreya Bakur yekem “noqîvana êrîşa nukleerî ya taktîkî” ya operasyonê daxist deryayê.
Keştiya noqîvan ji bo fîloya ku li avên di navbera nîvgirava Koreyê û Japonyayê de digere hat erkdarkirin.

Koreya Bakur ji bejahî niha jî berê xwe daye deryayê.

Rêveberiya Pyongyangê ragihand ku yekemîn “noqîvana êrişa nukleerî ya taktîkî” daxistiye nava deryayê.

Di merasimê de lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un jî amade bû.

Kim Jong Un diyar kir ku ev keştî ji bo damezirandina hêzeke deryayî ya bi çekên nukleerî xwedî girîngiyek mezin e.

Bi taybet li dijî Amerîka û hevpeymanên wê yên Asyayî.

Kim destnîşan kir ku çekdarkirina hêzên deryayî bi çekên nukleerî karekî lezgîn e.

Her wiha soz da ku bêtir keştiyên noqîvan bi çekên nukleerî yên taktîkî yên ji bo hêzên deryayî bêne çêkirin.

Kim Jong Un: Keştî wê di nava avên nîvgirava Kore û Japonayê de be

Li gorî medyaya dewletê ya Koreya Bakur, Pyongyang ev keştiya noqîvan ji bo fîloya ku li avên di navbera nîvgirava Kore û Japonyayê de digere erkdar kiriye.

Şirovekaran got ku keştiya bi navê “Hero Kim Kun Ok” wek keştiyeke noqîvan ya çîna Romeo ya serdema Sovyetê ye ku Koreya Bakur di salên 1970’an de ji Çînê kirî û dest bi hilberîna navxweyî kir.

Fikarên Koreya Başûr zêde dibin

Lê tê îdiakirin ku li ser vê sîstemên nû yên nûjenkirî hatine bikaranîn.

Di vê navberê de, Associated Press ragihand ku rêveberên Koreya Başûr li ser potansiyela êrîşa nukleerî ya keştiya noqîvan hişyar in û di wê baweriyê de ne ku belkî ji bo erka operasyonê ne amade be.

Back to top button